Ch

ji Dîrokê Bacina kevn

Menu

Berî Hatina Heyno'yê Siphî

Bacin gundek ji gundên Torê ye (bi Arameyî ango Asûrî-Sûranî: Tour-Abdîn). Bacin li bashûrrojhilatê bajarê Midyadê dikeve. Ev herdo cih shesh-heft km ji hev dûr in. Gundên cîranî Bacinê ev in: Nihil (rojava - 3 km), Barmus (bashûr - 3 km), Kochan (rojhilat - 5 km), Mizîzex (bakurrojhilat - 6 km) û Kershaf (bakurrojava - 7 km).

Li ser axeka sor û bi xêr û bêr, di hinduruyê chend shikeftan de gundiyên awil, yên Bacinê, gelek sal derbaskirin. Ew bi gishtî bi xwedîkirina sewêl û hilkirina erd û rezan mijûl bun. Kar û barê wan wek li gelek herêmên chiyayî li Kurdistanê girêdayî xweza û hewa derdorê bu. Dem dema kocheriyê bu. Tê zanîn, gundî berî sedsala 17an heta ya 20an di vî halî de bun. Dûrî pêshketinên civakên rojava û ji civakên hemwelatiyên xwe, yên olên din, qûtkirî wan bi vî rengî 300 sal li dûv xwe hishtin.

 

Tê gotin, gundî li destê Sahdûnê Chalî bun; û axa gund jî ya Sahdûnê Chalî bu. Sahdûn zilamekî bi nav û deng yê rexê Omeriyan bu. Vî camêrî di gelek tengasî û nerihetiyan de alîkarî dabu Baciniyan. 

 

Sê malbatên mezin pêshî di gund de bun: Ozmanî, Zêdê û Dermokan. Her sê malbat û hemu malbatên dûvre hatin gund Êzdî bun. Ew li vêdê bun xwedî tarsh û talan. Dûvre chend bavikên din xwe ji ber sedemên xwezayî û civakî gihandin gund û li vir zar û zêchên xwe dan parastin. Ji van bavik an malbatan pêshî zaroyên Heyno'yê Siphî - Heyno, Misûr û Boto - li Bacinê bi cih bun. Malbatên Tayêr û Nasir vê taliyê hatin gund. 

 

Bicihbuna Malên Heyno'yê Siphî

 

Heyno'yê Siphî ji ber dewletê mahkûm bu. Ew bi heslê xwe ji Serhedê bu û ji malbatek pir dewlemend bu. Tê gotin, Heyno ji ber kushtina mêrekî nechar mabu ji herêma Serhedê derkeve. Wî xwe vê dawî avêt bextê mêr û mêrxasên Torê. Li vir axeyên Omeriyan li wî xwedî derketin û wan ew li cem xwe veshart, bi jin û mal kir û destûr nedan leshkerên dewletê, wî zerkin zîndanê. Bi vî aweyî Heyno xwe li vê mintiqê bi cih kir û hemrê xwe li vir derbaskir. Ji vir û shûn de navên sê malên kur û neviyên Heyno tên diyar kirin: Heyno, Misûr û Boto. Ev her sê îro bavikên herî mezin yên Bacinê ne. Xweya ye, ev her sê mal hêj' di wî wextî de jî qerebalix bun. Ji ber vê jimara mezin ya gundiyan û herwiha ji ber xellayek demdirêj di nav herêma bindestî Sahdûnê Chalî derketibu, ev mal ango bavik li gundê Bacinê hatin bi cih kirin. Bi salan ew û nishtecihên awil yên gund - malên Dermokan, Ozmanan û Zêdê - di nav ashtî û atmosfereka bratî de bun. Chend salan pishtî malên kurên Heyno'yê Siphî malên Tayarkan û Nasirkan jî di gundê de hatin hewandin. Chiqasî hemu zêde ji bo parastina jiyana xwe û zarokên xwe bi kar û barê malbatî mijûl bun, ew hewqasî ji bo parastina erk û nirxên ola xwe ya Êzdî jî canfeda bun.

   

Zordarî û Zilma Ola Îslamê

 

Zordestî û chewisandinên awil gundiyên Bacinê ji destê Mîrê Botan dîtin. Di navbera salên 1800 û 1918an de wek li gelek herêmên di bin desthilatdariya beg û mîrên girêdayî Osmanliyan de gelek ferman li dijî ol û netewên heta hingî dûrî ol û bîr û bahweriya sultanata Osmanlî hatin rakirin. Ji ber van fermanan bi hezaran Êzdî û Mesîhî ji aliyê cîran û hemwelatiyên xwe ve bi aweyekî hovane hatin kushtin.

 

Mîrê Botan li dijî daxwaziya Baciniyan bi darê zorê di nîvê gund de, li ser tahtên raserî Bêndera Shêx-Ehmed û di neqeba herdo tarên gund de mizgeftek da ava kirin. Wî herwiha ji bo misilmankirina gundiyan mellayek jî tayînî Bacinê kir û xwest bahweriya Baciniyan ya bi ola Tawis-î-Melek bishkîne. Tê gotin, nû malbatên Qasê Heyno bi vê bêhuzuriya Mîrê Botan anîbu gund rû bi rû man, wan rêya xwe di Mîrê Botan de nedît û wan berê xwe da cem nas û dostên xwe yên Omerî. Gundiyên din jî di heman demê de bi leshker û mellê Mîrê Botan re di nav sherekî mezin de bun. Wan di ti-wextî de zordestiya Îslamê li ser ol û bîr û bahweriya xwe qebûl nekir. Eger leshkeran gundî bi darê zorê biribuna mizgeftê jî, ti-kesî berê xwe nedida mellê. Tê gotin, di wê demê de Bacinî jî xwedî zilamekî dînemêr bun. Ev kes radorî mellê û kurê mellê ket. Wî ya xwe bi mellê û kurê mellê kir û wî ew rezîl kirin, heta êdî ew ji necharî ji gund reviyan. Lê, carek din Mîrê Botan bella xwe ji Êzdiyên Bacinê venekir. Vê carê, mellayekî nas ji Êstillê hat gund. Wî û Baciniyan qewlê xwe wiha bi hev kir: Hunê li ser ol û diyaneta xwe ya Êzdî bin û ez jî nahêlim kesek bella xwe li we êxe. Bi vî rengî serhildana Baciniyan ya li dijî Îslamê serkeftî bu. Dûvre, mellê Êstillî jî ji gund derket û di mizgefta Mîrê Botan de danê nîvro ker, hesp û dewarê gavanên Baciniyan mexel dibun.

 

Belê, ji wê demê heta îroj mizgeft ne mizgeft bes kox e. Binê wê ne bi teyîjan, bes bi tertên ji rêxa dewêr hatiye rayêxistin.

 

Chawa mellê Êstillî ji gund derket, malbatên Qasê jî pishtî heft salan ji surgunê vegerihan nav xwedî û gundiyên xwe. Ji wê dema heta îroj ne hedê ti-mêrê misilman bu zilm û zorê li Êzdiyên Bacinê bike.

 

Besha 1.

(~1720 p.M.)

Berî Bicihbuna Heyno'yê Siphî

 

Besha 2.

(1720~1800)

Bicihbuna Malên

Heyno'yê Siphî

 

Besha 3.

(1800~1918)

Zordarî û Zilma

Ola Îslamê