ji Derdorê Bax û Bostanên Bacinê
Menu

Chi dihat chandin? Chi nedihat chandin?  

Di meha pîroz ya Adarê, di despêka sala nû de, dema kulîlkên gelek dar û gulan bal dibun, gundiyan dest pê dikir û nîsk, nok û kizin di nav herdên xwe de chandin. Nîsk û nokên spî ji bo xwarina nefsên malbatê û kizin û nokên resh jî ji bo êmê sewêl bun. Chend heftiyan pishtî vê, garis û bachîk dihat chandin. Wek tê zanîn: Bachîk li êmê dewêr dihat lê zêde kirin. Herd û baniyên yekî beyar dihishtin bi geyê û gulan raxistî bun. Li vir rêsî dihatin hûnandin. Pishtî ew li ber tava rojê dihatin hishk kirin, yek wan dideyne ber pêz û dewêr. Di heman wextî de petêx, zebesh, garis û bachîk carek din ditên chandin.

 

Ji bilî van shînayiyên nav herdan li ser hilîmê Bacinê gelek shiklên daran û pir mêwên trih shîn dibin. Ev rengê darên bi ber hene: Berû, hejîr (zer, resh), pihîv, tû, hinar, hirmê, gûhîj, diqdiqalk, bih, etc.; û ev shiklên trih hene: sorava, gurnîka', qûrfok (tenik, nazik), libdrêj, hesenî, beqay, kerkûsh, mezrûne, resh (grover, libdrêj).

 

Kar û Barê Baciniyan  

Kar û barê gundiyên Bacinê, heta berî derbasî Ewropa bun, di her char demsalan û her diwazdeh mehan de ev bu:

 

Her sê mehên biharê

 

Adar

Pishtî berf dihele û kulîlkên gelek gul û daran vedibin, roj xwesh dibe û herd jî ji bo chandiniyan wilqasî ne shil û herî ye, mirov nîsk, kizin û nokan dichîne. Kesaxa rezan û cot an vekolandina binê mêwan, bi gotinek din, kirêba rezan tê kirin. Dar û mar ji bo sêncên dîwarên hewshan û ji bo firotinê tên komkirin. Kesekî, pêz dihewîne, di vê mehê de karik û berxikên mih û bizinên xwe dandike; ew ji shîr tên qutkirin. 

 

Nîsan

Gundî di meha Nîsanê de wek ya pêsh bi chandina gêris û bêchîk derbas dikin. Charshema Sor û xêra miriyan jî dikevin vê mehê. Diwazdeh rojan pishtî serê Nîsanê Xilmeta Shêx-Amed heye.

 

Gulan

Di vî wextî de dew zêde tê vexwarin û nîvishk jî li gelek malan peyde dibe. Belê, meshk li dar in. Hin jê dest bi hûnandina rêsiyan dikin û hin din bi hishêfa nîsk û kizinan mijûl dibin. Gelek malên xwedî herd dichin petêx, zebesh, gêris û bêchîk dichînin. Gundî di 12ê Gulanê de dichin Xilmeta Mêrava xwe.

 

Her sê mehên havînê

 

Hezîran

Paleyiya nîskan, cê û gênim tê kirin. Ev dexl bi shalan li ser pishta hesp an – heshe - keran ji ser herdan tê kishandin. Ew van ditînin ser bênderên nêzîkî gund û di nava gund bi xwe jî. Dûvre ev dexl li patozan tê kirin. Karên wek dêre, serrad û kishandina dexlê ji bênderan heta mal êdî dimînin. Mirov vê dexlê di kuwar an himbarên de li mal bi cih dike. Herwiha ka jî ji ber dexlê dimîne. Vê kayê gundî dikishînin kadinên xwe. Di vî chaxî de hêstimê tirsh bi mêwan ve digire.

 

Temûz

Di vê meha havînî de petêx, zebesh, trozî û huncûr digihin. Bi shalan gundî van shînayiyên rengereng, vî fîkiyî dikishînin mal.

 

Tebax

Trih û karên bi jêkirina trih ve girêdayî ne di rojeva mirovên gundî de ne. Mewîj, dims, helîl an jî bastîq di van rojan de tên chêkirin. Pîrekên Bacinî dichin barên fîkî ji bo firotinê dibin bajêr.

 

Her sê mehên payîzê

 

Êlûn

Hê’ di vê meha pêshî ya payîzî de gundî amadekariyên xwe, yên zivistanê ango chêle dikin. Alûfê zivistanê ji bo heywanan tê chêkirin. Yek chilo ji bo sewêl dike dêzî. Bi barên ser pishta hesp û keran qurmik û dar ji bo zivistanê ji chiyê ditên kishandin. 

 

Cotmeh

Navê vê mehê lê ye: Gel zêde bi cotkirina herdan xwe gihîne dawiya vê mehê. Wekî din qurmik ji nav himêyan tên rakirin, û dar û mar ji bo soba chêle tên komkirin. Ji vê mehê û pê de soba hinduru darayî ye.

 

Mijdar

Di vê meha pîroz de rojî û Cimayiya Mêravê hene. Di heftiya sêyem, ya vê mehê de sê roj – ji Sêshemê bigire ‘ta Pênshemê - ji bo Xwedanan tên girtin; û roja înê jî cejn e. Dûvre, di heftiya din de sê rojên Shê’-Shems li ser gundiyên Êzdî ferz in. Pishtî van, di heftiya din de sê roj ji bo Êzîd tên girtin. Dûvre, li gund cejna Êzîd tê pîroz kirin. Kî bixwaze, dikane rojiyên ji bo Piyalî jî bigire û Batizmiya xwe pîroz bike. Cimayiya Mêravê di 27ê Mijdarê de ye. Ji bilî van erkên olî gundiyên Bacinê wekî din her bi xwedîkirina sewal û dewarên xwe, yên di koxan de lebikî ne.

 

Her sê mehên zivistanê ango chêle

 

Kanûn

Rojî û cejn di vê mehê de hene. Di dawiya Kanûnê û di serê Chêle de cejnek taybetî, ya Baciniyan heye: Batizmî tê pîrozkirin. Pezgurandin, shîlan û shahî ye li gundê Bacinê.

 

Chêle

Di vê mehê de berf li herdê ye. Zilam û xortên gund dichin hêlê û nêchîrê. Hêl-hêla nêchîrvanan e. Ew li ser shopa sûsk û kewan dibezin.

 

Sebat

Sê rojiyên Zîpik dikevin dawiya Sebatê. Gotina Zîpik: "Chirt û chirt Sebatokê, em gihan xwiha xwe Adarokê,gurchikên me ji vir û pê de bun dardarokê!"

 

Buhayê Keda Gundiyan li Sûka Bajêr

 

Tê gotin, malê gundiyên ji Bacinê li bajarê Midyadê pir dihat hecibandin. Ji ber vê Bacinî jî li cem bajariyan gelekî bi qedr û qîmet bun. Chi mastê bi destê kebaniyên Bacinî meyandî, chi fîkî û shînayiyên li ser bax û bostanên Baciniyan shîn buyî, hertisht ji aliyê Midyadiyan ve dihat hesibandin.

Besha 1.  

Chi dihat chandin?

Chi nedihat chandin?

 

Besha 2.

 

Kar û Barê

Baciniyan?

 

Besha 3.

 

Buhayê Keda

Gundiyan

li Sûka Bajêr