ji Dîrokê Berî Serhildanê

Menu

Chend salên berî Serhildanê

 

Rewsha gundê Bacinê li gel hemu chewisandin û neheqiyên giran yên beledî û leshkerên herêmê bash bu. Baciniyan gelek herd, himê û rezên derdorê ji xwe re kirîbun û hilîmê gund gelekî ferreh kiribun. Dûvre, jimarek mezin avanî ji kevir û nikara nêzî gund hatin chêkirin. Di van salan de di nav daristan ango ziyaretê de nêzîkî bênderên nav daran raserî tara nizêr mêrava Bacinê ji aliyê Mîr ve hat avakirin. Û micêwirtiya mêravê jî Silêmanê Hetikî girt ser xwe. Di sala 1969an de dibistanek ji sê avaniya ava di neqeba herdo taran de miqabilî mizgeftê bi betonê hat lêkirin. Her dichû, gund geshtir û ferrehtir dibu. Hertisht hatibu guhertin, bes rê ne bash bun. Ji ber vê, bi zahmetî ereba dihatin gund. Bi gotinek din, hêjî Bacin ji sivîlîzasiyonê qutkirî bu.

 

 

Rakirina Dîwarê Îzolasiyonê

 

Heta salên 1970an Bacinî zêde li derveyî gundê xwe neman. Ew tenê jibo têcirî, qechaxî û kar û barên pêwîst derbasî bajar û gundên herêmê dibun. Lê, bi temamî debora ti-kesî ji wan li xerîbiyê nedihat. Di dawiya salên 1970an de cara awil mêrên Bacinî jio xebatê chûn bajar û metropolên Kudistan û Turkiyê. Hinan ji wan jî berê xwe da welatên Ewropa. Piraniya van karkerên ji gundê Bacinî li Elmanya bun mêvan. Bi ked û xwêdana xwe ya chend salan van camêran li gund xanî dan avakirin, herd û beyar kirîn û Bacineka nû afirandin. Ji vir û pê de gund hîn mezintir û gundî hîn dewlemendtir bun. Bacin bi axa xwe bu mînak bajarekî. Chend malan qehwe û marketên pichûk vekirin. Herwiha, Bacinî ji sûka bajarê Midyadê qutnedibun; û chendikan ji wan li bajêr xanî kirîn û market dan shixullandin. Di heman demê de bi dozerê rêyeka nû di navbera Bacinê û Midyadê hat vekirin. Bi vî aweyî gundiyan dîwarên îzolasiyonê yên sedsalan dan rûxandin; wan xwe gihand sewiya civaka derdorê.

 

Ekspanziyon

 

Chawa di paragrafê jor de nîshanên ekspanziyoneka gundê Bacinê diyar dibin, pêwîstî pê heye, mirov chêbunên girîng di neqsh û înfrastruktur û rengê Bacinê de bi nav bike.

 

Belê, hilîmê gund li gor berê pir ferreh bu. Ji vir û pê de Bacinî xwediyê 120 km² herd bun. Li ziyareta gund û mêravê, li goristanê gund Hacîdo û li himê û daristanên derdorê herkes xwedî derdiket. Bacin ji nû ve, chawa gulek berê biharê vedibe, gesh bu. Qesrên diqet û sêqet û bi pir mezel û ferreh hatin avakirin. Dibistana gund jî bi avaniyeka dîtir hat mezin kirin. Elektrîk û telefon kishandin Bacinê. Dîrekên van xetan xwe ji rojhilat ve dikishandin ber bi gund ve. Bes av û rêyeka asfaltê û qenalîzasiyoneka serrast kêm mabun.

 Besha 1.

 (1960 ~ 1975)

Chend Salên

Berî Serhildanê

 

Besha 2.

(1976 ~ 1980)

Rakirina

Dîwarê Îzolasiyonê

 

Besha 3.

(1981 ~ 1985)

Ekspanziyon

Chend Jimar

ji wê demê

 

ferrehbuna hilîmê gund

±120 km²

bavikên li gund

6

nishtecihên gund

±2000

mal an qesrên li gund

±400

Menu