Bacinê
Neqsha

 

ji Derdorê Mal û Milkê Gundiyan

Menu

Cih û Derên di nav Hilîmê Bacinê de

 

Herd, rez, himê û beyarên gundiyên Bacinê li van herêmên di nav hilîmê gund de hene:

 

Baxîtan, Berbira’, Besta’, Bestên-Tilê-Kello, Biniya-Malan, Chala-Kund, Chalika-Qutik, Chemê-Zerik, Diyarê-Tirba-Gulikê, Guhera-Heyno, Guhera-Qasê, Kokela-Miho, Kunzevî, Mesnê-Qesabo (Nizarê-Mala-Hentûsh), Mihê-Pozo, Nahusa, Nizarê-Chala-Kund, Qasimiya’, Rezên-Diyaran, Rezê-Mala-Remê, Rezê-Mûrik, Rezê-Nav-Daran, Rezê-Xitîb, Sarînca, Shaxur (Guhera-Shero), Serê-Kêlê, Sherefanên-Jêr û Sherefanên-Jor, Tilê-Hesenê, Tilakê-Hetikî, Tilê-Osê, Tilê-Qijikê, Tilê-Shamo, Tilê-Tahlo, Tilê-Tarê, Xerabê-Avdêl, Xerabê-Hurika’, Xerzikê-Nahroz, Xerzikê-Sahdo û Zilho.

   

Serweta Axa Bacinê

 

 

Axa Bacinê bi xêr û bêr e. Tu chi bixwaze, lê shîn dibe; bes av kêm e. Chiqasî di destpêka salên 1970an lûle jibo vekirina Kaniyekê di Sarînca de, di nav herdekî bîst-sî metroyan dûrî Hacîdo hatibun deynan jî, belediyê guh neda daxwaziyên gundiyan û pumpeyek jibo kishandina ava chil-pêncî metroyî di bin herdê de nanî gund. Ji ber vê gel hîn jî mecbûrî ava baranê û chalan bu.

 

Gundî xwedî gelek rez, darê hejîr û pihîvan bun. Li ser herd û qelachan chend shiklên dexlê dihatin chandin. Shivanan jî keriyên pêz tashotin nav beyarên ferreh yên vê derdora gund. Bi vî rengî zengînî û bereketa axa gund besî pêdîviyên jiyana gundiyan bun. Û ji xwe kevir û niqara binherdî axa Bacinê besî lêkirina qesr û avaniyan gundiyan bu. Ti-kes di ti-wextî de mecbûrî alîkariya ji der ve nebu û herkes bi vê serbilind bu.

 

 

Rewsha Ekonomiya Gundiyan

 

Ji berê de chend malbatên dewlemend li gund hebun. Ev kes jî di her bavikî de peyde dibun. Ev mirov xwedî zêr, pere, pez û herd û qesr bun. Lê, ti-kes ne bê xwedî bu. Eger malbatek hewceyî malbatek xwedî mal û pere bibana, heta taqeta wan gihabuye yê, ew bi gundiyên xwe re bi tifaq bun.

 

Bi vê rewsha xwe ya ekonomî, diyar e, Bacinî li herêmê zêde ne bi bandor bun. Wan ne bazirganiyek mezin û ne jî karin produktîf dan pêshiya xwe.Wek her tishtên wan, kar û barên wan yên ekonomî jî rojana û girêdayî demsal û klîma xwezayî bun. Ew chiqasî di rewshek wiha de nebun fabrîkator û karsaz jî, ew her xwedî jiyanek serbixwe û azad bun.

Besha 1.

 

Cih û Derên

di nav

Hilîmê Bacinê de

 

(Ji bo vekirinê pêlêke û ji bo daranê were ser!)

 

 

 

Besha 2.

 

Serweta

Axa

Bacinê

 

Besha 3.

 

Rewsha

Ekonomiya

Gundiyan

 

Menu