ji Civakê Nakokiyên Civaka Gund

Menu

Parchebuna Gund bi Bavikan

 

Berê gundiyên Bacinê li gel hemu nexweshî û zoriyan bi hev re bi tifaq bun. Eger yekî xerîb neheqiyek li yekî gundî kiribuye û nexasim ew bi ol û dînê yê gundî bikifiriye, Baciniyan xwe di ber tishtekî wiha de dida kushtin. Mirov hêjî li rasta vê erf û edeta Baciniyan ditê. Û ji xwe ne wiha buye, pir zor bu gundî li gor’ shart û mercên wê demê bi cîrantiya hewqas gundên misilman xwe biparêzin.

 

Dema herî xerab, ya di bin tesîra parchebuna gund bi bavikan peyde bu, salên vê dawiyê bun. Ji destpêka 1940î heta niha, chi ji ber hesûdî, chavsorî, kîn û xereza chend gundiyên rûresh be û chi jî ji ber nezanî û bê-aqiliya gundiyan tevan jî be, xwîn li gund hat rijandin û mal hatin wêran kirin.     

 

Lîskên Axan û Nexêrxwazan

 

Nexêrxwazên gundiyan pir bun. Axên herêmê têgihishtibun, Bacinî ti-rûmetê nadin wan; ji ber Bacinî bi-xwe xwedî camêrekî ji axayekî jêhatîtir bun. Pishtî Serhildana Haco ji aliyê dewletê ve hat shikênandin û piraniya hevalbend û shervanên Haco derbasî biniya xetê bun, li ser daxwaziya chend kesan Shibriyê Silê, ku di pozîsiyona axayekî de bu, hat kushtin. Di nava vê shêwrê de bavikên Boto û Nasir jî hebun. Ji ber vê, dûvre, chend mêrên Nasirkan hatin kushtin. Êdî, Bacinî hatin lîska axe û nexêrxwazan; û wan dest bi sherekî pir dîjwar kir. Vî sherî heta dawiya salên 1960î domkir. Shûnre, Bacinî di huzura Mîr de li hev hatin û dijmînatî ji bo chend salan hat ji bîr kirin.

 

Dijbertî, Dijminatî û Bihevchunên li Bacinê

 

Chend sal di ser lihevhatina bavikên Bacinî de derbas nebun û destûbrakê Heynokan, Mehmedê Kurpo, ket hewsha mala Eliyê Sîpe, da sewêl bidize. Sabriyê Shibrî wê shevê li ber hewshê veketibu. Chawa ew pê hisiye, ku yekî diz noxî hewshê bu, wî bangî yê diz kir, da ew xwe tev nede. Lê, Mehmed bi chekê bersiv da. Sabrî jî ne dest vala bu. Sabrî netirsiye û sênga xwe da ber gulan û yê diz li serê tingê li derveyî hewshê da herdê. Dûvre, hewar li gundiyan daket û tev hatin ser yê kushtî. Herkes matmayî ma, ji ber yê diz Mehmed bu. Herkesî wî wextî dizî dikir. Lê, diziya gundiyan tishtekî pir xerab bu. Lê, diyar bu, hêjî Botokan li pey dijminatiya berê bun. Botokan nexwest rûreshiya Mehmed qebûl bikin û wan bi ser de Sabrî chend salan da girtin. Ew bi vê jî ne qayîl bun; wan Ehmedê Silê jî da kushtin. Bi vî shiklî Botokan shesh-heft mêr li ser diziya Mehmed kirin. Her Heynokan jî nechar diman xwe biparêzin û heyfa kushtiyên xwe hilînin. Heta niha jî ev herdo bavik di nav vê nexweshiyê de ne.

Besha 1.

 

Parchebuna Gund

bi Bavikan

 

Besha 2.

 

Lîstikên Axan

û

Nexêrxwazan

 

Besha 3.

 

Dijbertî, Dijminatî

û Bihevchunên

li Bacinê

Menu