ji Civakê Nishtecihên Bacinê

Menu

Nishtecihên Gund bi Heslê xwe

 

Gundiyên Bacinê bi heslê xwe Kurdên ji herêma Serhedê ne. Wek tê zanîn, Kurdên vê herêmê Êzdî ne. Ew berî chend sedsalan ji aliyê desthilatdarên girêdayî Osmanliyan ji vir hatin surgun kirin. Li ser rêya xwe, ya bi ber bashûr de ew li rasta camêrên Omeriyan tên û xwe spêrin wan. Bacin di destê heshîrên Omerî ango Hewêrkan de bu. Awil Dermokan, Ozmanan û malbatên Zêdê li vir bi cih bun. Dûvre, malên Heynokan, Botokan û Misûrkan jî hatin gund. Pishtî chend salan malbatên Nasir û Teyyêr jî xwe gihandin Bacinê. Bi vî aweyî ji sedsala 18an û pê de hesht bavik li gund diman. Heta nivê vê sedsalê hemu gundî bi hev re yek bun. Ne hedê ti-kesî bu, zilmê û neheqiyê li wan bike.

 

Carcaran bihevchun û qerebalix li gund derdiket; lê, rihspiyên li Bacinê nedihishtin kushtin û dijminatî bikeve navbera gundiyan. Ew hêz di destê wan de hebu, ji bo kesê neheq mahkûm û yê mazlûm jî ji bellê xellas bikin. Lê, mixabin, sal derbas bun û chend bavikan xwe spart kîn û nefreta axên herêmê. Tê gotin, di gund de Silê Heyno bi hêz bu. Ev tisht jî li xweshiya chend axên derdorê nachû. Bi vî rengî axan kushtin û dijminatî anî gund, bavik dan qelandin û zarok sêwî hishtin. Di destpêka sedsala 19an de bavikê Dermokan û Ozmanan li gund xwînî bun. Gelek mêrên malbatên Dermokan û Ozmanan hatibun kushtin. Êdî, dijbertî ket navbera bavikên din jî. Heta îroj jî gundî ketî û brîndarên vê nexweshiyê ne. Bi dehan mêr wan ji hev kushtine û bi dehan mal wan wêran kirine.  

 

Malbatên Baciniyan

 

Di gundê Bacinê de bavikê herî qerebalix Misûrkan in. Ew îro xwedî nêzîkî 150 mal û zêdeyî 900 nefsî ne. Ji bilî pênc-shesh nefsên wan hemu li welatê Elmanya û Belchîqa li xerîbiyê dimînin. Pishtî vî bavikî di rêza duyem de Heynokan tên. Nêzîkî 90 mal û bi gihstî 450 nefsên bavikê Heynokan hene. Ev bavik vê gavê bi temamî li diyasporayê ye. Di rêza seyem de malên Botokan cih digirin. Ev bavik jî bi shêst-heftê malan û nêzîkî 380 kesan ava ye. Dûvre, bavikê Nasirkan bi chil-pêncî malên xwe û nêzîkî 250 nefsên xwe di rêza charem de ye. Bi jimara xwe malên mala Teyyêr û Ozmanan gisht wek hev in: neh-deh malbat û heftê-heshtê nefs. Di dawî de malên ji bavikê Zêdê û Dermokan dimînin. Bi gishtî char-pênc malên Dermokan û du-sê malên ji bavikê Zêdê hene. Botokan, Nasirkan, Dermokan û malbatên mala Zêdê li Elmanya ne; yên Ozmanan li Belchîqa jî û li Elmanya jî hene.

 

Rewsha Baciniyan ya Niha

 

Chiqasî Bacinî bi hesreta ax û ava bav û kalên xwe bin jî, ew carek din bash dibînin, wan xwe ji bin hêsîriya sedan salan xellas kiriye, li dijî hêzên shoreshger yên netewa xwe ranehishtiye chekê û namûs û sherefa xwe ji ber dijmin parastiye. Niha jimarek mezin ji Baciniyan hevalbendî û xizmeta shoresha netewa xwe dike û ji bo vegera ser ax û ava Bacinê hêvîdar e.

Besha 1.

 

Nishtecihên Gund

bi Heslê xwe

 

Besha 2.

 

Malbatên

Baciniyan

 

Besha 3.

 

Rewsha Baciniyan

ya Niha

Menu