ji Dîrokê Pishtî Serhildanê

Menu

Salekê pishtî Serhildanê

 

Chend meh di ser Serhildana 1984an de buhurîn û rewsha gund ji ber chavsoriyên dewletê pir nebash bu. Roj nedibuhurt û leshkerên Tirk nediavêtin ser malên Baciniyan. Li gel vê nerihetî û hemu nexweshiyên ditîr gelek gundiyan hewl dan xwe li ser axa bav û kalên xwe bimînin. Hinekan jî rahishtin zêch û zarokên xwe û bi temamî pishta xwe dan Serê-Xirbe û berê xwe dan kûrahiya xerîbî û pêsherojeka pir bi êsh, lê careka din tije hêvî, zanîn û hebun û serwet. Hêdî, hêdî piran dan ser shopa van karwanên xerîbiyê. 

 

Valahî û Bêdengî bun Qedera Bacinê

 

Hêj’ tenê du sal di ser destpêka Serhildana 1984an ya chekdarî derbas nebubun, Bacin êdî bi valahî û bêdengiyeka pir giran û Xwedê zane dûvdirêj rû bi rû mabu. Nema hawhaw û qerebalixa zarokên nîvro derdiketin hewsha dibistanê dihat. Nema keriyên pez û garanên dewarên gundê Bacinê toz ber bi Bacinê ve rakirin. Belê, ji niha û pê de êdî nema tershên rêxa di mizgeftê de nûjen dibin. Ti-besher û rihê Xwedê dayiye ser rûyê herdê hew vê mizgeftê ji nû ve hew germ dike.

 

Heta sala 1995 tenê chend kalên Baciniyan di gund de îdara xwe dikirin. Di dema leshkerên Tirk dibistana Bacinê chend mehan wek qereqolekê dagirtibun, gundiyan ji aliyê wan ve gelek gef û lêdan xwarin. Bi vî rengî leshkeran nehishtin kalên Bacinî li ser ax û ava bav û kalan wan chend salên ji hemrê wan kêm derbas bikin. Pishtî vê, her bîst-sî kalan xwe bi pêrkê avêt bajarê Midyadê. Li cem nas û dostan û di avaniyên Baciniyên li bajêr ew bi cih bun.   

 

Kochberî û Xerîbî bun Qedera Baciniyan

 

Kengî Bacin vala û bê kes û kûs ma, misilmanên derdorê û leshkerên serdestî van cahshan dest pê kirin û darên ziyareta gund yên Mêravê yeko yek brîn, li qeymonan bar kirin û ji xwe re birin. Darên heta wê rojê muqedes, Mêrava heta wê rojê ji aliyê gundiyan ve dihat parastin, ji aliyê xelkê cahsh û Xwedê-nenas û gunehkar ve ji kok de hat brîn. Wan kevirên tirbên miriyên Baciniyan dizîn û birin, derî û camên avaniyan jê kirin û ji xwe re birin. Wan Bacin rût û tazî kir û agir bi serê xwe de barand û welatê me li ber chavê me kir doje.

 

Lê, divê ew bi vê yekê bizanibin: Ev doje wê demborî be. Di rojek nêzîk de ewê stûxwar bin li ber Baciniyan. Ey, mêrê misilman, ji Xwedê bixwaze efû û xwe bavêje bextê cîran û hemwelatiyên xwe, yê Baciniyan!

Besha 1

(1985)

Salekê pishtî

Serhildanê

 

Besha 2

(1986 ~ 1994)

Valahî û Bêdengî

bun Qedera Bacinê

 

Besha 3

(ji 1995an ve)

Kochberî û Xerîbî

bun Qedera

Baciniyan

0

Menu