ji Derdorê Rewsha Derdorê

Menu

Klîma Herêmê

 

Bacin li rojavayê Asya û ji Ewropa jî li mintiqa rojhilata nêz dimîne. Koordînatên gundê Bacinê di hemîsfêra jorîn de ev in: 37°25´ | 41°20´. Bilindbuna gund, li Serê-Xirbe: ~ 1000 m. Hewa herêmê kontînental e: Zivistan sar, havîn germ, bihar û payîz jî kin in. Mehên zêde germ û ziwa Temmûz û Tebax in (bi ro 45°C li ber sihê/ bi shev 20°C), ya herî sar û bi berf Chêle ye (bi ro –10°C/ bi shev -18°C) û yên zêde bi baran, shape û lehî û ewr Sebat (350 mm) û Cotmeh (400 mm) in. Ba zêde ji rojava tê. Ji ber daristan kêm in, û chiyayên derdorê rût û tazî ne pir caran babexîlk radibin.

 

Reliyefa Derdorê

 

Herêma gund lê bi nizar û newal e. Gelek best û gir li vir hene. Daristan û ziyareta gund hatiye brîn. Li vir û wir chend darên berûyan, hejîr û pihîv tên dîtin. Wekî din derdor tije kevir, hêt û lat e. Gundiyan ji van kevir û kuchan dîwar li her char qerexên herd, himê û rezên xwe kishandine. Ev dîwar carcaran qamekê bilind in. Li cihên bilind û deverên ba lê hekim dike li hawîrdorê gund û di nava gund de bênder hene. Li ser van latan gêra dexlê tê kirin; û pishtî vê gundî dexla xwe li vir didêrin. Bi vî aweyî ew dexl û kayê ji hev vediqetînin. Belê, havînan ev dîmên berchav in.   

 

 Besha 1.

 

Klîma Herêmê

 

Besha 2.

 

Reliyefa

Derdorê

 

Chend Jimarên

Geografî

 

bilindbun gundê Bacinê

±1000 m

barana di nava salekê de

850 mm

germayî / serma

50°C/-18°C

koordînatên Bacinê

37°|41°

Menu