ji Civakê Ol û Rêxistin |
|
Ol, Bîr û Bahweriya li Bacinê
Bacinî bi gishtî Êzdî ne. Bacinî mirîd in. Shêxên wan shêxên Shêx-û-Bekiran ji Berhokê ne. Pêshîmamê gund jî pêshîmam Ismayîl e. Pîrên wan pîrên ji mala Nahroz in. Feqîrên ditên nav Baciniyan jî feqîr Temê û kurê xwe feqîr Hesen ji Bishêriyê ne. Gundî li gel hemu zor û astengiyan her girêdayî ol, bîr û bahweriya Tawis-î-Melek bun û hîn jî wiha ne. Chiqasî derdor tije seyît û misilmanên hînkar bu jî, wan bi sedsalan xwe bash parast û ti-caran rê li ber bê-huzuriya dijminê ola xwe venekirin. Pir caran Baciniyan ji ber vê hêza xwe gelek Mesîhî jî ji ber ferman û êrîshên misilaman xellas kirin. Eger yekî gundî chav berdabuye mal û mahra bi kechikek an xortekî misilman an Mesîhî re, ew ji gund dihat avêtin; û ne hedê wan bu di toperaxê gund de jî derbas bibin. Ji ber shiklê civaka herêma Torê – li vir Mesîhî, Êzdî û misilman cîran in – carcaran golikên viroyî peyde dibin. Heta niha chend gundî misilman bune û chend jî chûne nav Mesîhiyan. Erf û Edetên Cejn û Hizngirtinê li Bacinê Di gundê Bacinê de du cihên pîroz hene: Mêrav û Hacîdo. Li nav Mêravê ango ziyerata gund cejn û shahî dihatin li dar xistin. Chi di wextê Xilmeta-Mêravê de û chi jî li cejnên din yên olî de Bacinî bi zêch û zarok li vir bun. Wan danê nîvro xwarina xwe ya cejnê kishand nav Mêravê; û dûvre, wan ev xwarina xwe li hev par dikir û dixwar. Pishtî xwarinê li ber dengê dahol, zirnê û kemanchê govend û dîlan di bin darên Mêravê de dihatin girtin. Heta derengî shevê gundiyan kêf û shahî li vir dikir. Di jiyana mirovekî de ev konax hene û Baciniyan jî li gor’ erf û edetên ola Êzdî ev buyer wiha pêshwazî dikirin: Buyin: Berî zarok – tenê kurik – sala xwe tije bike, biska wî tê hilanîn. Shêx biskê dihilîne. Zewac: Mahra bûk û zavên Êzdî pêshîmam di huzura chend shahidan de dibire. Bûk û zave xwe didin ber barê zewacê û pêshîmam duha mahrê dixwîne. Ev erkê pêshîmamê bi hemrê xwe yî mezin û amade ye. Mirin: Kengî mirovekî emrê Xwedê kir ango chû ser dilovaniya xwe, divê, sê dîndar li ber serê kesê mirî amade bin: shêxek, pîrek û feqîrek. Ew li ser kesê mirî duhan dixwînin. Shishtina termê kesê mirî, pêwîst e, shêx bike. Dûvre, ew miriyê xwe di tabûtê de deynin û di nav cebanê gund, Hacîdo, vedishêrin. Xebatên Sazî û Partiyên Netewî Di destpêka salên 1970an de Baciniyan jî, êdî, malovaniya shoreshgerên gelê xwe yên nishtimanperwer kirin. Cara awil xebatkar û rêberên partiya KAWA derbasî gund bun. Wan li vir chend gundî di derbarê armancên shoresha xwe agehdar kirin. Pishtî leshkeriya dewletê di sala 1980î de desthilatdarî kir destê xwe û gelek shoreshgerên gelê Kurd zerkirin zîndanan, gund demek dirêj bê deng ma. Di wî wextî de Baciniyan pir ezyet û xerabî ji destê leshkerên dewletê dîtin. Dûvre, pishtî serhildana 1984an ya chekdarî shoreshgerên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) xwe gihandin nav gund. Baciniyan bi salan milîsiya wan kir û du shehît jî dan. Yek ji wan Felîtê Sîpe ye û yê din jî Eliyê Letto e. Sê-char salan Ismetê Shikrî di nav refên gêrîlla de ma. Li gund, char gêrille jî di sala 1993an shehît ketin (Serdar, Welat, Kendal û Chiya/Dîjwar). Ji ber pishtî van buyeran gund ji aliyê dewletê ve hat vala kirin û Bacinî derbasî Ewropa bun, partîzaniya Baciniyan tenê di sempatî û xebata di nav gel de ma. Niha, bahweriya gundiyan bi rêberî û bîr û bahweriya PKKê hêj’ qewîntir e. Herkes li shehît û shervanên Kurdistanê xwedî derdikeve û bi bashbînî nêzî hemu sazî û rêxistinên xwe yên netewî dibe. |
|
Besha 1.
Ol, Bîr û Bahweriya li Bacinê
Besha
2.
Erf û
Edetên Cejn û
Hizngirtinê li Bacinê Besha
3.
Xebatên Sazî û
Partiyên Netewî |
|
|